AGIR BI NAV
DILÊ MIN KET
Wexta çavên min li te ket
Agir bi nav dilê min ket
Lê zalimê tel min çi kir
Dil û kezewa min derket
Dil û cîgera min kul kir
Hiş û aqil tev ji min bir
Nizanim min bi te çi kir
Te pergala min bela kir
Te pergal li min belakir
Te jiyan li min heram kir
Ma qey tuj Xwedê natirsî
Te dimyaya min te tarî kir
Jiyan bê te min dêşîne
Dil cîgeram kir birîne
Sewa çavên reş û belek
Zivistan min bû havîne
Ez bi gorî bes mêşîne
Te ez kirim har û dîne
Evîn wek derba qurşîne
Ew jiyanê dişehtîne
Dinya min kir tarî û reş
Evînê ez kirim nexweş
Bejna zirav wan çavên reş
Dîn kir Seydayê Curnêreş.
Mehmet AYDOĞDU
07.02.2020 – 02:22
Înî
Köln / ALMANYA