AWIRÊN ÇAVAN
Wan awirên çavên te
Dil neqş dike navê te
Dilê min perçe perçe
Wele bûye sewa te
Awirên çavên belek
Derd li min kirin gelek
Wan ez kuştim helandim
Çav û buhriyên xelek
Awirên herdû çavan
Derdanre kirim şivan
Ramîsanek bide min
Ji henarok û lêvan
Bo Seydayê Curnêreş
Tuyî xezala çav reş
Xwedê tu afirandî
Ji bona min neqş bi neqş.
Mehmet AYDOĞDU
01.02.2021-21:35
Dişemî
Mamak/Ankara