AX JI DERDAN
Ax ji derdan, ax ji derdan
Te ez xistim nava derdan
Porê serê min spî bû
Ji derdên van kul û derdan
Min bidinê, min bidinê
Ji bona çi min nadinê
Heke ku hun min nedinê
Ezê herime mirinê
Dayê wele evîndarim
Bêy wî xortî ez nikarim
Ma qey halê min nabînî
Bi şevû roj zare zarim
Evîndarê xortê kurdim
Ezê çawa dev jê berdim
Destê min û wî ji hevkin
Ezê vî canî bi serdim
Dayê wele bêy wî nabe
Jiyan bêy wî min ezabe
Tu nizanî sewa delêl
Dil cîgeram bû kebabe
Wê qelin, nextê min bîne
Wê di destê wede dîne
Heke dîsa jî min nedin
Bi sond wê min birevîne
Dibê Seydayê Curnêreş
Ez helandim wan çavên reş
Qurbana teme lo bavo
Min bidine xortên keleş.
Mehmet AYDOĞDU
31.08.2022 - 20:54
Çarşemî
Karaköprü-Riha/Şanlıurfa