BÊY TE BÊKESIM
Çawa dikim nakim bîra min narî
Were rindê were bêy te bêkesim
Tujî wek min li vê dinyayê sarî
Were rindê were bêy te bêkesim
Min fam nekir çima li min ha dikî
Ber çavê min delal tu pirr rindikî
Bo çi carê li min tu mêze nakî
Were rindê were bêy te bêkesim
Bi şev û roj sewa te ez digrîme
Ji bo evîna te tî û birçîme
Welatê xûrbê ez bê xwedîme
Were rindê were bêy te bêkesim
Ber çavê min tu wek lokiz fenera
Rind pir şêrîne wek fêkiyên dara
Şitla zirav bo min digre henara
Were rindê were bêy te bêkesim
Ma qey evîna min têra te nake
Carê were hêstirên min tu pake
Dilê minê rezîl bes bi xwe şake
Were rindê were bêy te bêkesim
Dilê min bo te dîsa kale kale
Derdê evîna te pir kûr dinale
Were binêr carê vaya çi hale
Were rindê were bêy te bêkesim
Te bi xwere îro ez bêkes kirim
Agir bi min ketî qet venamirim
Ji derdê te rindê ezê bimirim
Were rindê were bêy te bêkesim
Min nizabû evîn viqas bihaye
Mirina bi saxî ev çi sewdaye
Keçê sewa te jiyanam wendaye
Were rindê were bêy te bêkesim
Ji derdan digrî Seyday Curnêreşe
Min fam nekir delal vaya çi îşe
Dil û cîgera min sewa te dêşe
Were rindê were bêy te bêkesim.
Mehmet AYDOĞDU
14.06.2018 - 19:45 / Pêncşemî
Köln / Almanya