BÊY TE DILÊ MIN
Bêy te dilê min girtiye
Ji bona te dil girtiye
Sond duxum bi navê Xwedê
Bêy te çavê min kor bûye
Bêy te ezî har û dûnim
Bo te hêstran dibarînim
Ji dijî dilê te rindê
Ez tu dilan nahebînim
Bêy te dilê min birîne
Kor bûye kesî nabîne
Eşqa te min pirr dêşîne
Ez kirim mem bi xwe zîne
Dilê min bo te hêlkane
Ez kirim dîn û dîwane
Xistim nav derdê girane
Malik li min kir wêrane
Dil û kezew min kir reşe
Xezala delal çav reşe
Eşq û evîna delalê
Dîn kir Seyday Curnêreşe.
Mehmet AYDOĞDU
26.03.2020 - 00:10
Pêncşemî
Mamak / Ankara