BÊY TE RÛYÊ MIN
NAKENE
Heke derewên min hene
Bila herdû çavêm birjên
Bêy te rûyê min nakene
Çavên derewînan birjên
Bi salan li benda te mam
Êdî bese ez westiyam
Sonda min bi navê Yezdan
Te nadim bi heleb û şam
Heleb û şam şîrintirî
Li mankênan bedewtirî
Rindê xelkê bilindtirî
Li ber çavên min tu narî
Şevên tarî ronî dikî
Çima tu xwe wenda dikî
Ji derdê te har û dîn bûm
Ez bang dikim tu deng nakî
Şewq didî wek heyva çarda
Ez xistim nav kul û derda
Ji bona te lê zalimê
Canê şêrîn tev bi derda
Min bi derda eva cana
Bêy te naxwezim dermana
Bila ev dinya şahidbe
Nadim bi wezîr siltana
Te nadim wele bi zînê
Dest vedikim roja înê
Nav dilê min derxe xwinê
Dermanke tu vê birînê
Çêtirî ji leyla mecnûn
Çavên te reş weka zeytûn
Wele ez kuştim helandim
Rengê min kir weka leymûn
Ber çavên min weke zahir
Nefya kirim nola tahir
Nizanime ku min çikir
Delal bi yekva wendakir
Delala wek zîna memê
An jî asliya keremê
Yekemîn rinda vê demê
Heke bimrim tu sedemê
Seydayê Curnêreş nabe
Bêy te halê min xirabe
Heke dinya li min rabe
Dîsa jiyan bêy te nabe.
Mehmet AYDOĞDU
17.02.2018-14:50 - Şemî
Münih / Almanya