BARAN BARÎ
Baran barî av meşiya
Rîs dirêsin bi teşiya
Wexta yar bi bîra min ket
Nav dilê min tev xweşiya
Baran barî wê erd avda
Evîna me gelek nav da
Hat refê esmer zeriyan
Dîlbera min jî di navda
Baran barî her der avda
Vê baranê deng û navda
Refê rindan wêde dihat
Xezalê li min slav da
Baran barî erdê şil kir
Qezenc nehişt da ber xwe bir
Wexta çavêm li yarê ket
Kezewa min pêre qul kir
Baran barî li ser tata
Av meşiya wek ferata
Delal birin dane xelkê
Weke malê mal mîrata
Baran barî xuşe xuşe
Mij û dûxan her der reşe
Ji eşqa te dike bimre
Wele Seyday Curnêreşe.
Mehmet AYDOĞDU
12.06.2018 - 12:55 /Sêşemî
Köln /Almanya