BEJNA TE ZIRAV
Bejna te zirav dara çinarê
Min ew dîtibû bin siya darê
Wexta min ew dît ez ketim xwerê
Dilê min kete rîşiyên şarê
Bejna te zirav dara rihanê
Min ew dîtibû nava baxçanê
Bêhna xwe bêhna gul û sêvanê
Dilê min kete xemla bûkanê
Bejna te zirav dara selwiyê
Min ew dîtibû diçû bêriyê
Rûyê xwe şêrîn wek tema tûyê
Dilê min kete bejna horiyê
Bejna te zirav dara kizwanê
Min ew dîtibû li nav seyranê
Bedew û narîn weke siltanê
Dilê min kete meşa leylanê
Bejna te zirav gula nav daran
Min ew dîtibû li ber dîwaran
Wê stû xar kir weke bê waran
Dilê min kete herdû henaran
Bejna te bo min gula baxçane
Min tu dîtibû li nav malane
Sîng û berê xwe minre zozane
Dilê min kete sînga qîzane
Bejna te zirav dara ber malan
Min ew dîtibû ji nav hevalan
Dilê min derxist wê êşa salan
Dilê min kete çavên xezalan
Bejna te zirav dara çiyay reş
Seyda tu dîtî li nav Curnêreş
Şêrîn û delal xwedî kenê xweş
Dilê min kete biskên teyên reş.
Mehmet AYDOĞDU
23.01.2020 ‐ 18:20
Pêncşemî
Köln / ALMANYA