BES TU HA MEKE
Te agir berdaye nava vî canî
Çi hate serê min tu li ku zanî
Zanim rindê tu jî pirr perîşanî
De ha meke rindê, bes tu ha meke
Derd û kulan li min tu zêde meke
Gazî te dikime dibêjim yarê
Were em tev herin bin siya darê
Bi hevû din şabin heta êvarê
De ha meke rindê bes tu ha meke
Derd û kulan li min tu zêde meke
Ji bona çi li min tu dikî guman
Sond duxum bi Xwediyê erd û ezman
Nizanim çi bêjim hişê min neman
De ha meke rindê bes tu ha meke
Derd û kulan li min tu zêde meke
Çawa dikim nakim tu min fam nakî
Barê giran bo çi ser min bar dikî
Lê nizanim rindê tê hîn çi bikî
De ha meke rindê bes tu ha meke
Derd û kulan li min tu zêde meke
Ji bona çi delal min fam nakiye
Va bare bara min ji bo kêye
Çima tu nizanî tev sewa teye
De ha meke rindê bes tu ha meke
Derd û kulan li min tu zêde meke
Navê te şêrîne Sayday Curnêreş
Bejna te zirave bo min pirrê xweş
Wele te nadim bi Heleb û Mereş
De ha meke rindê bes tu ha meke
Derd û kulan li min tu zêde meke
Mehmet AYDOĞDU
10.01.2022- 12:23
Duşemî
Oran-Çankaya/Ankara