BI HEVRE BIJÎN
Eva dinya çiqas xweşe
Welatê min gula geşe
Werin bi destên hev bigrin
Bila jiyan xweş bimeşe
Dinya çi xweş afiriye
Gelej nîjad lê dijiye
Ba Xwedê ferqa me çiye
Çima kes vê nabîniye
Werin tev bi hevre bijîn
Bi dil sozî û bi evîn
Welatê me gelek şêrîn
Bila nê rijandinê xwîn
Ji kêre fêdeya xwînê
Hez bikin wek mem û zînê
Welatê wek buheştê de
Ava bikin tev evînê
Damezirînin evînê
Jiyan xweş bi evîndarî
Ji bo Xwedê hezar carî
Malê dinyê tev yê tebe
Tê bimeşî qebra tarî
Seyday Curnêreş hez bikin
Ji bo Xwedê hun şer mekin
Werin dest di destên hevkin
Ewrên tarî ser xwe rakin.
Mehmet AYDOĞDU
18.01.2018 - 14:55
Çarşemî
Berlîn / Almanya