BIRÎNA MIN
Birînam kûr bê dermane
Nav dilê min êş û jane
Dixtor derbasbû zemane
Birîna min, birîna min
Baş nabiye birîna min
Min fam nekir çi birîne
Wele ew min pirr dêşîne
Dixtor çareyê bibîne
Birîna min, birîna min
Çê nabiye birîna min
Pirr zûdeye ev birîna
Wek derba atom, qurşîna
Dixtor nasekin ev xwîna
Birîna min, birîna min
Baş nabiye birîna min
Birîna min pirr xedare
Zêde dibe car bi care
Dixtor nabînine çare
Birîna min, birîna min
Baş nabiye birîna min
Ev birîna min dikuje
Ez kirime kerr û gêje
Dixtor tiştekî bibêje
Birina min, birîna min
Çê nabiye birîna min
Min got dixtor bextê teme
Roj bi roj ez dihelime
Li ber çavan ez derime
Birîna min, birîna min
Baş nabiye birîna min
Birîna min pençeşêre
Li dinyayê nabim têre
Zarokan bêlêm bi kêre
Birîna min, birîna min
Çê nabiye birîna min
Dixtor eva çi birîne
Erd û ezman nahebîne
Nav malêde grî şîne
Birîna min, birîna min
Baş nabiye birîna mibîn
Dibê Seyday Curnêreşe
Di dilde tê xwîna reşe
Min qet nedî rojek xweşe
Birîna min, birîna min
Çê nabiye birîna min.
Mehmet AYDOĞDU
04.04.2021 - 16:16
Yekşemî
Mamak - Ankara