CÎHAN LI MIN
TARÎ REŞKIR
Te dinyaya min xirakir
Erd û ezman li min barkir
Kêfê dijminan xweşkir
Xelk û alem bi min şakir
Cîhan li min tarî reşkir
Bê te jiyan ne jiyane
Nav dilê min êş û jane
Were binêre halê min
Havîn bûye zivistane
Ev dil sewa te digriye
Tu tinebî bê xwediye
Rindê ma qey ti kûrbûye
Halê min ti nabîniye
Çima li min tu ha dikî
Janê nav dil ti radikî
Ma ti nizanî çi dikî
Pergala min bela dikî
Devê xelkêde bûm şore
Min spîkir rîh û pore
Dilê min tê xwîna sore
Bi saxî xistim nav gore
Min got stêrka ezmanî
Dilê kulre tu dermanî
Min ti xistî nav vî canî
Min nizabû ti zebanî
Seyday Curnêreş bes were
Li nav dilê min xwîn dere
Sîng û beran bide bere
Serê xwe ez bidim sere.
Mehmet AYDOĞDU
03.04.2021 - 15:24
Şemî
Mamak / Ankara