ÇIMA TU NAYÊ
Bihna te çi xweş bêhnek suruşte
Dilê mij bo te zozan û deşte
Sîng û berên te minre buheşte
Çima tu nayê çima tu nayê
Bêy te çi bikim li vê dinyayê
Dilê mij bo te bûye wek bilbil
Bi roj û bi şev dixwûne ser gul
Zalim ji bo min tuyî sebra dil
Çima tu nayê çima tu nayê
Bêy te çi bikim li vê dinyayê
Di nav qesrande şahbanûya min
Li rû vî erdî tu pêriya min
Di buheştêde tu horiya min
Çima tu nayê çima tu nayê
Bêy te çi bikim li vê dinyayê
Te got leylame tu jî mecnûnî
Ez kirime mem bi rastî zînî
Ber dilê kerem bi xwe şîrînî
Çima tu nayê çima tu nayê
Bêy te çi bikim li vê dinyayê
Çima tu nayê tu şitla dara
Di devê minke tu wan henara
Carê ramîsim li bin guhara
Çima tu nayê çima tu nayê
Bêy te çi bikim li vê dinyayê
Ji tere dibê Seyday Curnêreş
Qurbana çavû wan buhriyên reş
Were ramîsim wan lêvên tey xweş
Çima tu nayê çima tu nayê
Bêy te çi bikim li vê dinyayê.
Mehmet AYDOĞDU
30.01.2020 – 21:00
Pêncşemî
Köln / ALMANYA