DÎLBER
Way dîlberê çi dîlberî
Dil cîgera min kir kerî
Bo min lokiz û fenerî
Na welle tu roja zerî
Di xewnande te dibînim
Solixê bi te dertînim
Gava radbim te nabînim
Hişyar dibim te nabînim
Welle j’bo te dilbirînim
Bese were tu xweş dîlber
Min navê te kire ezber
Bejna zirav gulîyên zer
Nava dilêm tev derxist der
Dîlber mid got tu Leylayî
Weka hingiv û şimayî
Yan keça şahê pêryayî
Çav xezalî tu daryayî
Xwuda ji bona min dayî
Dîlber mid got tu Asliyî
Nizanim l’kîjan eslîyî
Weka ahûyan bêsliyî
Welle zanim ne Qersliyî
Dîlber mid got qey tu Zînî
Nav dilê min dişewtînî
War bi war min digerînî
Ma tu kûrî min(tu) nabînî
Mehmet AYDOĞDU
10/06/2010-16:10 Pêncşem
TRT. AMED