DAYÎKÊ
Bar giranê dayîkê
Qeder reşê dayîkê
Bexte reşê day kê
Te zar xweşê dayîkê
Li vêdinyê hembalî
Car carna ti dinalî
Li çolan ti bêmalî
Derdê dinyê bê halî
Bar giranê dayîkê
Qeder reşê dayîkê
Bexte reşê dayîkê
Te zar xweşê dayîkê
Barê dinyê li sere
Karanre dike şere
Para xwe derd û qehre
Nizam çito qedere
Bar giranê dayîkê
Qeder reşê dayîkê
Bexte reşê dayîkê
Te zar xweşê dayîkê
Derda kirîye hala
Dikşîne qehra sala
Wenda kir rîya mala
B’çavê şil destê vala
Bar giranê dayîkê
Qeder reşê dayîkê
Bexte reşê dayîkê
Te zar xweşê dayîkê
Hesreta xewa şeva
Karê xwe derdû cefa
Warê xwe zinar qefa
Mêr û zarok bê vefa
Bar giranê dayîkê
Qeder reşê dayîkê
Bexte reşê dayîkê
Te zar xweşê dayîkê
Mehmet AYDOĞDU
15/09/2004 – 15:08. Çarşem
Mediko Riha