DELAL GULA
BAXÇANE
Delal gula nesrîne
Poz xizêm çengeb çîne
Weke hingiv şêrîne
Ez kirim har û dîne
Delal gula şîlane
Bi rastî ta rihane
Ji minre rih û cane
Ez kirime dîwane
Delal gula baxçane
Sîng ji minre zozane
Wek stêrkal ezmane
Ez kirim perîşane
Delal gul û binevşe
Sosina neqş bi neqşe
Wexta delal dimeşe
Nava dilê min dêşe
Dil cîgera min dêşe
Delalam gula sore
Her dem li taxa jore
Bihna mîsk û emberê
Çavên min kirin kore
Delalam gula zere
Wê bi tac û kembere
Ew horiye dîlbere
Nav dilêm derxist dere
Gula min gula şîne
Rû erdê reng rengîne
Weke rojê bi tîne
Xwedê şandî mizgîne
Gula Seyday Curnêreş
Xemiliye neqş bi neqş
Heta ez wê nestînim
Dilê min qet nabe geş.
Mehmet AYDOĞDU
28.06.2018-04:17
Pêncşemî
Bolu Bozbey dinlenme tesisi