DELALA MIN
Delala min çavan veke
Carêl alyê min mêzeke
Herdu çavên min kor bûne
Bê tel kesî mêze nake
Delala min serî rake
Carê berê xeb mindeke
Were tenişta min rûne
Dilê rezîl bi xwe şake
Delal çima tu ha dikî
Berê xwe bi minde nakî
Derdê dilan pirr girane
Ji bo çi tu derman nakî
Delal çima çan digrî
Di hindirde tu xwîn digrî
Bes guh mede der û doran
Dil şa bike êdî megrî
Delal wek min evîndare
Keser dikşîn car bi care
Digrî sibê û êvare
Nikare dil bike pare
Seyday Curnêreş xemgîne
Nava dilê wî birîne
Ji çavên reş û belek re
Evîndare ew ney dîne.
Mehmet AYDOĞDU
06.06.2021 - 13:50
Yekşemî
Mamak / Ankara