DENÎZ POYRAZ
Denîz poyraz pirr ciwane
Berxwedan bo paryek nane
Kujerên bê dîn/ol û îman
Hilweşe/bişehte pergala wane
Bang dikim gelê cîhanê
Mafê mirovan de kanê
We çi xwest li vê ciwanê
Bo hestan dikin qurbanê
Deniz delala bav û dê
Agir berdan kezeba dê
Destan vedikim bo Xwedê
Xwedêyo mohletê nedê
Deniz keçêka Kurdane
Xwediyê kul û derdane
Agir berdan nav dilane
Xêr nedî li vê cîhane
Banga min li hemû cîhan
Kes nabîne halê kurdan
Bi kê çi kirbû denîz can
Bi ciwanî kirin qurban
Tu dotmîra dê û bavan
Şewqa te li erd û ezman
Xwedê bişewtîn mala wan
Qetil kirin denîz siltan
Kesê bêdeng ew şeytane
Nav belakên li cîhane
Denîz têxin nav dilane
Binivsînin li ezmane
Nizam sûcê denîz çiye
Kes halê wê nabîniye
Kurd tenê man bêxwediye
Dinya serê me rabûye
Bese bila ciwan nemrin
Ma ne bese viqas mirin
Wan sîxuran têr nexarin
Bi hezaran ciwan birin
Dayîka denîz diqîre
Dil û kezew tev diçire
Xwedê mala wan xirake
Dinê koka wan vemire
Werin rakin werin rakin
Darbesta denîzê rakin
Xêlya rengîn hun pêdakin
Navê wêl cîhan belakin
Darbesta wê xemilandin
Xêliya bûkan qetandin
Denîza wek şêr şepalan
Oxir kirin dinyê şandin
Seyday Curnêreş fîxane
Oxirbe denîz siltane
Bîr mekin keça kurdane
Veşêrin nava dilane.
Mehmet AYDOĞDU
19.06.2021 14:00
Şemî
Küçükçekmece/ İstanbul