DEŞTA RIHAYÊ
GERME
Deşta Rihayê germe
Dilêm ji bo te nerme
Cih warê Pêxemberan
Aşiqê navê teme
Rojhilat Wêranşehre
Cilab tev dar û bere
Evîna te l’dinyayê
Ez kirim lal û kere
Bakur Hîlwan û Sêreg
Bakur roj ava Hewag
Bi sîsarkan navdare
Li ber ferêt Bîracik
Tille gewr û Herranê
Wan nadim bi cîhanê
Binya kelê xûyaye
Golla Xelîl Rehmanê
Ber xetê Serêkanî
Ji minre rih û canî
Pirsûs û Xelfetîyê
Warê egît şêranî
Dora Rihayê çîya
Tev çêra berx û mîya
Golla Zelxêw masîya
Agirê azadîya
Mehmet Aydoğdu
29/01/2010-15:15-Înî
Di zikê dolmişêda di
Mabêna Amed û Sêragêda