DILÊ MIN
DERXIST BI XWEREBIR
Deryê derdan te li min vekir
Nav dilê min çima perçekir
Tew mebêje min bi te çikir
Dilê min derxist bi xwerebir
Çi derîbû te li min vekir
Dilê te polat anjî kevir
Hêstêr çavên min tên şireşir
Dilê min deexist bi xwerebir
Te ne bext maye, ne jî ûjdan
Tu car min te nedikir guman
Çima dinya li min kir zîndan
Dilê min derxist bi xwerebir
Were binêr ev hal çi hale
Ev dil sewa te tim dinale
Bi ciwanî ez kirim kale
Dilê min derxist bi xwerebir
Sewa te li dinyayê sarim
Dişewitime venamirim
Derdê giran ketim namirim
Dilê min derxist bi xwerebir
Çima te ez kirim har û dîn
Nav dilê min bo te pişifîn
Şev û rojên min girî û şîn
Dilê min derxist bi xwerebir
Seydayê Curnêreş nezane
Te ne heye ol, ne îmane
Ji bo te da der rih û cane
Dilê min derxist bi xwerebir.
Mehmet AYDOĞDU
04.04.2012 - 15:25
Yekşemî
Mamak / Ankara