DOTMAMÊ WERE
Wexta ber çavên min wendabû
Janek ji nav dilê min rabû
Min fam nekir ev çi belabû
Were were dotmamê were
Jiyana bê te, derd û qehre
Bejna zirav wek dara biyî
Nizanim tu niha li kuyî
Terikandim kuda çûyî
Were were dotmamê were
Jiyana bê te, derd û qehre
Şevên tarî bo min tu rojî
Kuda çûyî bo çi nabêjî
Tujî wek min hêstran dirêjî
Were were dotmamê were
Jiyana bê te, derd û qehre
Tariya şevêde stêrkî
Tu jiyana min rohnî dikî
Ji bona çi tew min fam nakî
Were were dotmamê were
Jiyana bê te, derd û qehre
Bê te dinyaya min tariye
Jiyanam bê te heram bûye
Wele nizanim kuda çûye
Were were dotmamê were
Jiyana bê te, derd û qehre
Dilê min xwîn vedireşiye
Çavên min tim li rêya teye
De bese were min guneye
Were were dotmamê were
Jiyana bê te, derd û qehre
Seyday Curnêreş bo te digrî
Por û rîhê min bûne herî
Te nadim bi hezar dîlberî
Were were dotmamê were
Jiyana bê te, derd û qehre.
Mehmet AYDOĞDU
27.06.2021 - 15:20
Yekşemî
Mamak / Ankara