DOTMAM
Tera dibêm tu dotmama minî
Xwedê tu dayî bo min mizgînî
Ji ber dilê min tu pir şêrînî
Tu diyariya pismamê minî
Dayîka zarokê minî dotmam
Bi hatina te ez bûme temam
Di nav baxçê gul û rihanande
Ji bo min bîhn didî weke şemam
Dotmam tu xwûçka Evdo û Feto
Hecî û Cengo yê din Ferhato
Memo, Sibo û Remo birane
Pismam tu da min bo min xilato
Dotmama mine bo min xezale
Keybanûya min wele delale
Ji ber êş û elema dinyayê
Car, carna ji dil kûr, kûr dinale
Ew dayîka Elî û Omere
Bo min jiyane wele dîlbere
Delala dilê min yê esmere
Jiyan bi hevre bû beranbere
Pêçkim dotmam bêy te,roja zere
Dayîka Mûsab evîna mine
Geryam Ewropayê ser û bine
Yeka weka wê di navde tune
Dotmama min wek sinca bi bîhne
Dotmam dayîka du xezalane
Yek jê Gulîstan, ya din Şîlane
Ez sond duxum bi navê Qur’ane
Dotmamê nadim bi hemû cîhane
Dotmam ez Seydayê Curnêreşim
Bi hebûna te, pir, pir kêf xweşim
Bi salane bi tere dimeşim
Li vê dinyayê bêy te nexweşim
Mehmet Aydoğdu
04.04.2018 - 19.19 / Çarşem
Köln / Almanya