ERÊ RINDÊ
DELALÊ
Erê rindê delalê
Delalê çav xezalê
Nav şêrîn hevalê
Ez kirim kerrû lalê
Tu xezala reng rengê
Li dinyê kesek nagê
Wê ez kuştim helandim
Xezala şoxû şengê
Xezala şox û şenge
Li dinyêb nav û denge
Him şepal û pilinge
Bêy te bîhna min tenge
Şox û şeng weka baye
Gelek qedir bihaye
Evîna wê ez kuştim
Fam nekir çi sewdaye
Şox û şenga min tuyî
Bi yekva wendabûyî
Li her derê digerim
Nizanim tu li kuyî
Seyda dibê sewa te
Dike bimre ji bo te
Curnêreş maye bê te
Bêy te jîn ne heyate.
Mehmet Aydoğdu
23.05.2021-16:40
Yekşemî - STENBOL