ESMER
Min dît dîlberek bedew û esmer
Ber çavên min wek lokiz û fener
Xiste nav dilê min kul û keder
Dilê min sot ez kirim der bê der
Bi rastî min ew xist nava dilan
Mim di dilê xwe de kire siltan
Bi sond wê nadim bi erd û ezman
Esmerê dîn kirim berdam
çolan
Ber çavên min weke heyva çardan
Eşqa wê ez xistim nava derdan
Ji bo wê feda dikim rih û can
Evîna wê ez kirim perîşan
Esmerê ez xistim halê kalan
Dinya ji bo min kir weke zîndan
Were min xilaske ji van halan
Dinya ji bo me bibe gulîstan
Were esmera şêrîna çav reş
Eşqa te dîn kir Seyday Curnêreş
Evîna te li hev kirime şaş
Binêr sewa te ez bûme nexweş.
Mehmet Aydoğdu
04.09.2022 - 23:25
Yekşemî
Curnêreş/ Hîlvan- Riha
Şanlıurfa