EZ HEYRAN
Ez qurban û ez heyran
Derdê minra tu derman
Însan ha nakel însan
Te ez kirim perîşan
Perîşanim ji bo te
Nikarim werim ba te
Ez bimrim li riya te
Dîsa nakim terka te
Welle terka te nakim
Bêy te ezê çi bikim
Birîna xwa derman kim
Ezê dil bi kê şakim
Dilê min qet şa nabe
Cîhan bo min ezabe
Ger fermana min rabe
Dîsa dil bêy te nabe
Nav dilê mim dikelya
Kes nizane bo çiye
Tenê zanim bo çiye
Dermanê min l’ba kêye
Lê çibkim qet nagire
Tu şîretan nagire
Li ber çavan dimire
Qet îbretan nagire
Dilêm wek derya xwînê
Der bû, devê birînê
Ji bo navê xwatûnê
Her dem ez dikim şînê
Şîn û girîj bo teye
Dermanê mil ba teye
Çavê mil rîya teye
Ta mirnêl benda teye
Mehmet AYDOĞDU
17/12/2009 – 15:10
Pêncşemî – AMED