EZÎ NEXWEŞIM
Ezî nexweşim wele bê derman
Li min hat sotin tev de dil û can
Ev dinya ronik li min bû zîndan
Vê nexweşiyê kirim perîşan
Halê min nema li vê dinya yê
Kula girane dil de dernayê
Xilas nabime li vê sewdayê
Rebbî xilas ke li vê belayê
Destan ve dikim diyarê Yezdan
Derdêm girane derdek bê derman
Derman bide min bo xatrê Quran
Halê min nema ji dest êşa can
Canê min dêşe ez kûr dinalim
Rê wenda kirye wele bê malim
Derd û kulan re her tim hevalim
Ez pir nexweşim giran bê halim
Canê min duxre tê xwîna sore
Xwîn diniqute tev qor bi qore
Destan vedikim bo Rebbê jore
Êşa vî canî ez kirim kore
Seyda dinale li Curnêreşe
Min xwe dît,nedît ez bûm mexweşe
Bi şev û bi roj canê min dêşe
Li dinyê nedît qet rojek xweşe
Mehmet AYDOĞDU
02.05.2016 - 21:30 Duşem
Mamak --Enqere