EZ NIHA
HATIM BÎRA TE
Hêstrê çavên bûn çeme
Bi salane li dû teme
Te ne keder, nejî xeme
Ez niha hatim bîra te
Nizanim te li min çi xwast
Min wendakir rêya rast
Mêjiyêm bû çelqeme,mast
Ez niha hatim bîra te
Hêstrê min bûn weke ferat
Mal ji xelkêre bû mêrat
Minre nema jîn û heyat
Ez niha hatim bîra te
Çavên min tim li rêya te
Bi salan giryam li dû te
Ez bimrim nabe xema te
Ez niha hatim bîra te
Bi salan bi dû te ketim
Bi şev û roj raneketim
Çend caran rabûm û ketim
Ez niha hatim bîra te
Ji derdê te pirr nexweşim
Tim xwediyê bextêreşim
Binêre li erdê reşim
Ez niha hatim bîra te

Seyday Curnêreş sewa te
Dilêm bi agir û pête
Îro şinda natewite
Ez niha hatim bîra te.
Mehmet AYDOĞDU
03.04.2021 - 17:45
Şemi
Mamak / Ankara