EZ PIR KETIM Û RABÛM
Bê hiş mam min wendakir rêya malan
Ne dostan nas dikim ne jî hevalan
Kesên min got dostin ez kirim talan
Baldarbe bira tu mekeve halan
Ne lazimin dostên roja hebûnê
Ez pir ketim û rabûm li vê dinê
Bila tu kes li me neke nifira
Kî şemitî ew şewitiye bira
Bila li ser me venemire çira
Xwedê jiyana kesî neke xira
Ne lazimin dostên roja hebûnê
Ez pir ketim û rabûm li vê dinê
Wexta hebe dost jî heval jî pirin
Li dor meran qefle qefle difirin
Tu dibêy niva tu çav min nabirin
Tu bikevî li paş xwe kes nanêrin
Ne lazimin dostên roja hebûnê
Ez pir ketim û rabûm li vê dinê
Baldarbe bira qurban tu mekeve
Bila aqlê te li nav hev nekeve
Dostên xwerinê wê tev dûr bireve
Dinya ronik carêde dube şeve
Ne lazimin dostên roja hebûnê
Ez pir ketim û rabûm li vê dinê
Her der dibe mij dûman ewr û tave
Dinya li serê mirovan tê heve
Ji bo wî dinya tariye tim şeve
Xew heram dibe nikare ranakeve
Ne lazimin dostên roja hebûnê
Ez pir ketim û rabûm li vê dinê
Dostên rast tu caran terka te nakin
Heta karibin wê barê te rakin
Ji bo te wê canê xwe feda bikin
Tu jî zanî dostên baş pir hindikin
Ne lazimin dostên roja hebûnê
Ez pir ketim û rabûm li vê dinê
Bo we dibê Seydayê Curnêreşe
Xwedê tu kesî li hev neke şaşe
Dibêjin filankes pirî nexweşe
Dinya ronik carêde bûye reşe
Ne lazimin dostên roja hebûnê
Ez pir ketim û rabûm li vê dinê
Mehmet AYDĞDU
12.06.2018 - 16:55 / Sêşemî
Köln / Almanya