EZÊ ÇAWA
HELAL BIKIM
Min ji tere digot bira
Te avêtim li ser pira
Hey kerê tu kurê kera
Ezê çawa helal bikim
Xewên şevan min heramkir
Jiyana min tar û markir
Keda min bir tev wendakir
Ezê çawa helal bikim
Bi navê Xwedê mexwepîn
Karan mekin bi navê dîn
Munafiqî, tu ne mumîn
Ezê çawa helal bikim
Min tu digirt li ser seran
Hey kerê tu kurê keran
Her tişt te kir, ji bo peran
Ezê çawa helal bikim
Derûniya min xirakir
Gawir ha nake li gawir
Ji bo çi te li min ha kir
Ezê çawa helal bikim
Seyday Curnêreş çi bike
Xwedê mala te xêrake
Herdû dinya te faş bike
Ezê çawa helal bikim.
Mehmet AYDOĞDU
17.12.2021- 13:10 / Înî
Mamak / ANKARA