GULA MIN
DÎT ÇI GULBÛ
Gula min dît çi gulbû
Yê li ser wê bilbilbû
Gula ku min dît şilbû
Dilêm ji ber wê kulbû
Gula min dît bi bîhne
Bilbil li ser dixwûne
Wek evîna Mem û Zîn
Nav dilê min dêşîne
Gula min ney zeriye
Min dît li ber deriye
Wexta çavên min lêket
Dilê min kir keriye
Gula min dît rengdare
Bîhn li gund û bajare
Bila dinya şahidbe
Ew gul ji minre yare
Gula min reng rengîne
Neyaran dibhecîne
Weke hingiv şêrîne
Ew ji minre mizgîne
Seyda dibê çi gule
Li Curnêreş bilbile
Eşq û evîna gulê
Şax berdaye nav dile.
Mehmet AYDOĞDU
01.01.2013 - 16:45
Tuzluçayir Mamak Ankara