GULA MIN
Gula mine gula mine
Him sebr û solixa mine
Ez sond duxum hezar carî
Yek wek wê li dinê tune
Gula minê reng rengdare
Gula min pirê kibare
Lomekarno loman mekin
Germa havînê min sare
Gula min ew gula zere
Çavên min li wê digere
Ji bo evîna gula zer
Dilê xwere dikim şere
Gula min ew gula sore
Xwedê şandiye li jora
Yên ku gula min nabînin
Wele çavên wana kore
Gula minêl gulê keske
Gulê were min hemêzke
Ser sînga xwey kalê gewr de
Morî mircanan tu rêzke
Gula minê evîndare
Hêstir çavan têne xare
Derdê min ne besa minbûn
Derdê min kire hezare
Gula minê reng rengîne
Gulê bes tu min mêşîne
Binêre Seyday Curnêreş
Bi xwara kir har û dîne.
Mehmet AYDOĞDU
05.06.2018 - 22:50
Sêşemî
Köln / Almanya