Destê sibê tofan rabû li Mereşê
Dengê nalînan diçû ezman û erşê
Haho halê min pepûk û bexte reşê
Dinyal me bû mij û dûman şeva reşê
Dîlok, Riha, Amed, Semsûr û Meletî
Hatay, Osmanye û Adana şihetî
Kılis û Xarpêt jî bi wan re şewitî
Hêstrên çavan herikîn wek vî feratî
Lê nizanim çi afat û çi tofan bû
Destê sibêra li welatê me ra bû
Mala me bû wêran sermeda xêra bû
Zar, zêç bav û dê di bin xirbe de mabû
Heware, heware hezar car heware
Avahî tev bi sermede hatin xwere
Di bin xirbeyan de can dan bi hezare
Yên man di nav welêt de bûn penabere
Destê sibê re hewara bav û diyan
Têye nale nala bajar û gundiyan
Ma hun nabînin halê me bê xwediyan
Halê me pepûk û reben û sêwiyan
Nizanim çi zelzele û çi erd hêje
Destê sibê wexta berbanga nimêje
Dinya li me bû mehşer em kirin gêje
Bê qêrînê tu kes tiştekî nabêje
Xwe kiribûn strare bav û dayîkan
Hewar û qêrîn deng dida erd û ezman
Di bin avahiyan û di bin xirbeyan
Zar û zêç mane bê nefes bê rih û can
Lê nizanim çi afat û çi tofane
Erd qelişî dinya bûye toz duxane
Wek li nav welatê me rabe fermane
Hewar, hewar li halê me bêkesane
Nizanim ev çi tofan bû di me werda
Bi hezaran me mirovên xwe bi derda
Destê sibê re me dev ji malê berda
Nizanim wê çawabe halê me kurda
Seyday Curnêreş ji bo we dilorîne
Hêstirên xwînê li çavan dibarîne
Wele bo we bi saxî em jî mirîne
Li rû erdê tenê mane bê xwedîne.
Mehmet Aydoğdu
01.03.2023 - 20:45
Çarşemî
Halkalı / İstanbul