ÎRO DÎSA
Îro dîsa min pir sare
Barê dinyê ser min bare
Min ne dost û ne jî yare
Jiyana min tar û mare
Îro dîsa kelam rabû
Hiş û aqlê min belabû
Janek giran dilêm rabû
Jiyana min tev xirabû
Îro dîsa xerîb mame
Dil bi kul û dil bi xeme
Nizanime çi sedeme
Jiyanêde wenda bûme
Îro dîsa ezî dûrim
Weke gerdenê ber şûrim
Ji derdanre beden sûrim
Di nav jiyanêde kûrim
Îro dîsa ez bêkesim
Ez bê bîhn û bê nefesim
Weke şêrê nav qefesim
Li jiyana xwe dipirsim
Îro dîsa ez bê warim
Li yara xwe ez digerim
Heta ew nê li vir narim
Bêy wê li jiyanê sarim
Îro dîsa ez nexweşim
Bi xwe Seyday Curnêreşim
Xerîbiyê ezî şaşim
Li pê/dû jiyanê dimeşim
Mehmet AYDOĞDU
13.06.2018 - 15:00
Çarşemî
Köln / Almanya