JI BO ÇI TU DILÊ
MIN DIDIZÎ
Keçê ji bo çi tu dilê min didizî
Nizanime tu jinê an jî tu qîzî
Min fam nekir keçê li min çi dixwezî
Şev û roj gazî dikim tu min nabîzî
Keçê dînê tu were tiştekî bêje
Xew li min tune heta wexta nimêje
Evîn mirovan dike wek teyrê gêje
Bi dizî û eşkere hêstran dirêje
Te dilê min dizî û evîndar kirim
Ji derdê evîna te bi saxî dimrim
Min rê şaşkir nizanime kuda herim
Nayê firotanê ku ji xwere bigrim
Şev û rojan temaşekim nabim têre
Dilê tirsok sewa te bûye wek şêre
Ditirsim bibî keybanû ji xelkêreo
Wê di nav dilê min keve pençeşêre
Keçê were min xilaske ji van halan
Evîna te emrê min tev kire talan
Di dilde dernakeviye êşa salan
Bese tu were dermanke keça filan
Bo evîna te nexweşim dike bimrim
Şev û rojan dinalime û ta digrim
Rojêl rojê xirabtirim venagerim
Rihistîn hatiye tu nay ezê herim
Were binêr te ez kirim har û dîne
Dermanê min bêy te li ba kesan nîne
Eşqa te nav dilê min kirye birîne
Qurbana teme keçê wer bikewîne
Keçê çima dil kezewa min kire reş
Evîna te li dinyayê kirim nexweş
Sewa te dimriye Seydayê Curnêreş
Were bila bi dawî bibin rojin reş.
Mehmet AYDOĞDU
19.07.2022 - 23:43
Sêşemî
Karaköprü/ Riha- Şanlıurfa