JI BO MIN ZÎNÎ
EZ MEMÊ ALAN
Çima tu digrî keçê dûra min
Te agir berda nav vî dilê min
Were binêre carê halê min
Bêy te baş nabe jana/êşa dilê min
Min çi gotî te, te li min hakir
Deriyê derdan nav dilêm vekir
Min çi kir nekir qet pere nekir
Sewa te rindê bi şev xew nekir
Min ji tere got wer hezar carî
Mın fam nekir qet ev çi dilsarî
Dilê te polat an jî zinarî
Bêy te namînim ez li vî warî
Min got were tu xezala çolan
Ji dil dernayê hesreta salan
Ji bo min zînî ez memê alan
Were binêre bûm weke kalan
Te ez kirim kal li vê dinyayê
Ez çawa ketim nav vê sewdayê
Nizam ji bo çi ji dil dernayê
Felek xayîne ji wê deng nayê
Seyday Curnêreş sewa te kale
Bi şev û bi roj bo te dinale
Delala dilan wê çav xezale
Eva çend salin kirim bê male.
Mehmet AYDOĞDU
24.01.2020– 18:00
Înî
Köln /ALMANYA