KÊF XWEŞIM
Ez xortekî kêf xweşim
Berva rindê dimeşim
Bi evîna wê rindê
Wele gelek kêf xweşim
Kêf xweşim ji bo rindê
Ew rinda bazin zendê
Werin bala xwe bidnê
Rinda sere govendê
Serê govendê dikşîne
Bala xortan dikşîne
Weka heyva çardan
Şewqa xwe direşîne
Bejna xwe wek rihana
Sosinal daristana
Min got çaxa te bi xêr
Nahebînî mêvana
Hatim bateb mêvanî
Tera bikim şivanî
Meha biharê ewil
Ji bom in bêrîvanî
Seydayê Curnêreşim
Xulama çavên reşim
Bêrîvan hat bêriyê
Kût bûm nikam bimeşim
Mehmet AYDOĞDU
12.04.2015-20:35
Yekşem / Mamak
ENQERE