KA BÊJE TÊ
KÎNGA WERÎ
Çavê minîl rêya teye
Xewa şevan min tuneye
Keçê mebê sewa kêye
Ka bêje tê kînga werî
Dirêjin şevên zivistan
Dinya li min kirin zîndan
De ka bêje serêm qurban
Ka bêje tê kînga werî
Ev dil sewa te qerisî
Di nav agirda rewisî
Ma qey tul Xwedê natirsî
Ka bêje tê kînga werî
Min ne roj û nejî şevên
Hêstir ji çavên min davên
Davêjin wek barana şên
Were kînê ji dil bavên
Ka bêje tê kînga werî
Bîr meke dem û dewranan
Gure gura ewr û tavan
Sermeda dibarya baran
Ka bêje tê kînga werî
Dinya li min kire tarî
Li dinê kirim dilsarî
Nizanim ji kêre yarî
Ka bêje tê kînga werî
Jiyana Seyday Curnêreş
Li vê dinê te kire reş
Carê dilê min nekir geş
Ka bêje tê kînga werî.
Mehmet AYDOĞDU
21.01.2020 - 04:57
Sêşemî
Köln / ALMANYA