KA EW SOZA
TE DA MIN
Ka ew soza te da min
Qet napirsî halê min,
Bûy belaya serê min
Bela kir pergala min
Min got rih û canê min
Hêviya jiyana min
Wenda bûl ber çavên min
Belakir pergala min
Hebûn u sitara min
Keziyên nav dilê min
Him sebr û solixa min
Li dinyê buheşta min
Seyday Curnêreş got min
Bo te çi hat serê min
Heland can cesedê min
Hilweşand dinyaya min
Mehmet Aydoğdu
13.09.2021 - 20:23
Duşemî
Riha