KEÇA KURDA
Bêhnaj te tê mîs kû ember
Ji min sotî dil û cîger
Evîna çavên reş belek
Wele ez kirim derbider
Rûyê te wek heyva çarda
Te ez xistim nava derda
Bextê te û bavê teme
Tu dermanke keça Kurda
Evîna te weka behra
Dike bimrim ez ji qehra
Te ez kuştim û helandim
Paşla minde weka mara
Bêy te jiyan pirê zore
Perdan çavêm kirin kore
Werej minre bibe yare
J’bo xwetirê Rebê jore
Bo xwetirê Rebê mezin
Ji Xwuda ez te dixwezim
Hekej min re bêjî erê
Ezêj bavê te bixwezim
Êdî bese tu ha meke
Dil kezebam perçem eke
Ji xwe derdê min geleke
Derdan j imin zêde meke
Mehmet AYDOĞDU
26/11/2012-Dişem 18:30
Di navbera Oran TRT ê û
Ege Mah. ÎKEA yê de di
zikê sevîsê de Enqere