LEYLA
Leyla tu şêrî, anjî şepalî
Tu şepaleka gelek delalî
Li ber çavên min wele xezalî
Li xerîboyê bo çi dinalî
Leyla delala kerboranêye
Ew penabera nav parîsêye
Evîn û hesret welatê wêye
Bo min horiya nav buheştêye
Navê te şêrîn şepala rengîn
Xwedê tu şandî ji bo min mizgîn
Eşq û evînê kirim har û dîn
Leyla tu were dermanke birîn
Leyla delala bajarê Mêrdîn
Yê weka hingiv pirr û pirr şêrîn
Evîna wê ez kirim har û dîn
Bêy wê rojên min tim girî û şîn
Birîna min kûr ji bo leylaye
Axîn û nalîn leyla sewdaye
Di nav dilan de wele şax daye
Evîn pirr xweşe mebê belaye
Evîn him êşe himjî pirr xweşe
Nava dilê min ji bo te dêşe
Seyda ji bo te têl Cêrnêreşe
Leyla ji bo te dilêm dixweşe.
Mehmet Aydoğdu
11.06.2021 - 13:35
Şemî
Bağcılar/İstanbul