MEHDERÎYA TE
QUR’AN BE
Wek nexweşê ber sekratê
Didime der vê heyatê
Nefs xayîn e qet fam nake
Qebûl nake heqîqetê
Heqîqeta vê cîhanê
Hatî cîhan bi mêvanî
Xuda j’mera qasid şandin
Binêr rastîya Qur’anê
Qur’an j’xwere bi jîyan ke
Dilê xwe re bi derman ke
Bala xwe bide goristana
Rojek te jî bi mêvan ke
Bibî mêvanê axa sar
Fide nake fîxan, hawar
Çare nabe li mirinê
Heke sal bibine hezar
Hezar sal jî ’emrê me be
Malê dinyê tev ê te be
Li mirinê çare nabe
Gava dema te tije be
Bi rêberkî j’xwere Qur’an
Herdu dinya nabî poşman
Tu bibî qerwaşê Yezdan
Te l’buhûştê bike mêvan
Gelo rabe bes şîyar be
Bi Yezdanr e dost û yar be
Roja sirat û mehşerê
Mehderîya te Qur’an be
Seyda dibê bi dil û can
Li Curnêreş dike fîxan
Bextê te me mezin Yezdan
Derdê min re bibe derman
Mehmet AYDOĞDU
19.30-05.07.2009 Yekşem
(Hîlwan) Cunêreş - Riha
Mehmet AYDOĞDU