NAVÊ KEÇKÊ
Navê keçkê emîne
Bejna xwe dixemlîne
Evîn û hesrata wê
Ez kirim har û dîne
Navê keçkê merale
Bi rastî wek şepale
Keça kurd çav xezale
Ji minre ew helale
Navê keçkê berfîne
Xemla xwe xemla zîne
Delale pirr şêrîne
Dilê min kir birîne
Navê keçkê şîlane
Delal keça kurdane
Sond duxum bi qur’ane
Wê nadim bi cîhane
Navê keçikê gule
Ji minre sebra dile
Sewa navê wê keçkê
Dixwûnim wek bilbile
Navê keçkê zeynebe
Kurmance diran şebe
Agir bi dilê min xist
Çawa dikim nakebe
Navê keçkê medîne
Weke rojê bi tîne
Bejna xwe dihejîne
Nav dilêm dişewtîne
Navê keçkê sosine
Gula nav dilê mine
Hebûn û sitara min
Sebr û solixa mine
Navê keçkê ezîze
Wek rihan û nirgize
Wele har û dîn kirim
Meha dawya payîze
Navê keçkê siltane
Ji minre rih û cane
Eşq û sewda wê keçkê
Ez kirime dîwane
Navê keçkê gulîstan
Şewqa xwe daye cîhan
Ji minre heyva çardan
Sewa wê bûme hozan
Navê keçkê bêrîvan
Bi xwere kirim şivan
Bi minre bibe mêvan
Devê minke wan sêvan
Navê keçkê têliye
Kesk zor zer xemiliye
Tu çavan ew nediye
Xwedê bo min şandiye
Navê keçkê xatûne
Çav reş û çav zeytûne
Gulyên reş weke mara
Ji bona min dihûne
Navê keşkê dîlbere
Rû henar lêv şekire
Qurbanê virda were
Dûra min tu tew mere
Navê keçkê binevşe
Weke henara tirşe
Sewa wê dike bimre
Seydayê Curnêreşe.
Mehmet AYDOĞDU
30.12.2021 - 20:43
Bağcılar / İstanbul