NE MALE
NE PERGALE
Min fam nekir çi rengin
Çar hawêrê me cengin
Hember vê zilma giran
Millet tevê bê dengin
Min fam nekir çi hale
Milet ji dil dinale
Zar û zêç bûn çêle kew
Ne mal û ne pergale
Milet tev bûn penaber
Nav cîhanê der bi der
Zar û zêçên wendane
Bav û dê wan bê xeber
Derbas dibin dem û sal
Dinya kor û kerr û lal
Di bin tanq û topan de
Halê wana ne tu hal
Bese şer rawestînin
Kuştinan biseknînin
Aşîtyê bi kar bînin
Cîhanê bixemlînin
Bavê hemyan ademe
Fam nekir ev çi deme
Ez sond duxum bi Xwedê
Bo aşîtyê tim heme
Miletê aşîtîxwez
Bo miletê belengaz
Bila ji bo Xwedê be
Aşîtyê bikin daxwez
Dewletên desthilatdar
Tev xwînmijin tev barbar
Ji xwînê qet têr nabin
Ew ne dostin ne jî yar
Teşiya xwe dirêstin
Agir bi dinê xistên
Dinya tev şewitandin
Wan sifra xwe raxistin
Destê xweb serê xwedin
Rasitê tew bermedin
Li hember wan zaliman
Bi yekbin rû bamedin
Seydayê Curnê reşe
Bo we dilê min dêşe
Heta çare ser nebe
Wê tim û tim jî bêşe.
Mehmet AYDOĞDU
15.07.2022 - 13:14
Înî
Karaköprü / Riha