NIZAM KUDA HERIM
JI DEST VÎ DILÎ
Çawa dikim nakim bi dil nikarim
Ji dest dilê rezîl ez kuda herim
Bi şev û bi roj li dû dil digerim
Nizam kuda herim ji dest vî dilî
Çima li min tu ha dikî lê canê
Hêstrê çavêm dibarin wek baranê
Bese were serêm tere qurbanê
Nizam kuda herim ji dest vî dilî
Li dû evîna te ez pirr meşiyam
Bi zinar û çiyande hilkişiyam
Di nav ava kelandîde xwaşiyam
Nizam kuda herim ji dest vî dilî
Şewitîm wek agirê nav argûna
Çawa bîrkim wan çavên wek zeytûna
Dil perçe kir weke derba kurşîna
Nizam kuda herim ji dest vî dilî
Çawa dikim nakim ji dil dernayê
Evîna te ez xistim nav xelayê
Dike bimrim ji derdê vê sewdayê
Nizam kuda herim ji dest vî dilî
Saydayê Curnêreşim dil birîndar
Şev û rojan ji bo te dikim hewar
Min roj nedî her daîm bo min êvar
Nizam kuda herim ji dest vî dilî
Mehmet Aydoğdu
14.06.2021- 15:36
Dişemî
Bağcılar / İstanbul