QÛDUS
Qûdus îro birîndare
Li çar alî xwîn dibare
Bala xwe bidin Qûdusê
Îro ma bê dost û yare
Qûdus îro perîşane
Dîl ketiye bin destane
Binêr halê mislimanan
Îro tevê di xewdane
Qiblegaha bawermenda
Îro maye perekenda
J’bo azadiya Qûdusê
Bes hilmale zend û benda
Qûdus îro xwîn digriye
Cîhan kore nabîniye
Gelê Filîstîna mezlûm
Roj bi roj wenda dubiye
Banga min li gelê cîhan
J’bo Qûdus rabin ser piyan
Qûdus dike hewar fîxan
Bes xilaskin ji bindestan
Seydayê Curnêreş rabin
Heta kîngê di xewdabin
Destên xwe bidin destên hev
Ji xewa kûr tev şiyarbin
Mehmet AYDOĞDU
21.07.2017-14:15 / Înî
TRT Oran - Çankaya
ANKARA