Lê lê rindê min got rê li dilan naçe dila
Bejna tel ber çavên min bûye wek baxçê gula
Were destê xwe di destê minke sebra dila
Min got were em li vir herin te negot bila
Min got rindê rêya evîn ê dirêj û kûr e
Keçê wele dilê min tu car ji te ne dûr e
Eşqa te di nav dilê min de wek derba şûr e
Were em bi hev re herin bajar ê semsûr e
Evîna te di nav dilê min de şax veda ye
Erê rindê derdê giran navê vê sewda ye
Tu jî zanî rinda min, ji bo te min dil da ye
Mirazê min û te delalê bi dest Xwuda ye
Seydayê Curnêreş heliya ji dest eşq a te
Lê nizanime wê çawa bê sebra min bê te
Şalê Xwedê dilovaniyê bixe dilê te
Barê li ser milên min jî bide ser milê te.
Mehmet AYDOĞDU
10.04.2025 - 18:59
Pêncşemî
Mamak / Ankara
Yorumlar
Kalan Karakter: