RIHA
Riha pirê mezine
Bûk tê zend bi bazine
Qedrê hevdu zanibin
Çanda me didizine
Riha bajarek gire
Bîracikê bi pire
Heran tevê bi deşte
Giregewrê/girêspî bi gire
Riha bajarek xweşe
Siwerek kevrê reşe
Hewagê bi zebeşe
Curnêreş navçek xweşe
Riha tevêb dîroke
Ew raste ne çîroke
Çemê ferat diherike
Xelfetî xûya dike
Riha tevêb minare
Pirsûsê bi henare
Navendê Eyûbiye
Wele lê nabim têre
Riha deşt û kepire
Wêranşar egît şêre
Bajarê Eyûb nebî
Wele tev xêr û bêre
Riha bi dar û bere
Xelîlye xweş bajare
Havînê pirrê germe
Zivistanê jî sare
Riha bi çand û tevne
Qerekopri nûjene
Xekê me dil bi rehme
Rûyê wan tev bi kene
Riha xelîl rehmanî
Xezal li Serêkanî
Paytexta bajaranî
Warê egît şêranî
Riha warê rindaye
Xwedê ji bo me daye
Ji bo Seyday Curnêreş
Riha evîn sewdaye.
Mehmet AYDOĞDU
27.12.2021 - 20:24
Duşemi
Bağcılar / İstanbul