RINDÊ WERE HA MEKE
DILÊ MIN PERÇE MEKE
Min dilê xwe wendakir, ez pê hesyam te dizî
Bi te pirr bawer dikir, min nizabû tu dizî
Şev û roj ez bang dikim, tu dengê min nabîzî
Bese were ha meke, dilê min perçe neke
Agir berda dili min, çawa dikim dernayê
Were binêr halê min, ji derdan ketim tayê
Barek da ser milê min, ez kuştim vê sewdayê
Bese were ha meke, dilê min perçe neke
Barek gelek girane, her dil nikare rake
Hêstrê min bûne ferat, bêy te kes nika pake
Tu jî were bi minre, barê evînê rake
Qurban were ha meke, dilê min perçe neke
Min fam nekir ji bo çi, zalim dilê min derxist
Bi xwere kirim kole, dilê min agir pêxist
Wexta çavên min lêket, piyû baskên min şikest
Qurban were ha meke, dilê min perçe neke
Agirê nava dilan, Xwedê nexe tu malan
Evîna dilan zore, mirov dixe nav halan
Qurbana te Rebbiyo, dikşînim êşa salan
Rindê were ha meke, dilê min perçe neke
Te dilê min perçe kir, hiş û aqil pêre bir
Nizam min bi te çi kir, nav dilê min xist agir
Te mala min xêra kir, pergala min bela kir
Delal were ha meke, dili min perçe neke
Carekê dît giriyam, bi sewda te heliyam
Evîna te ez kuştim, nav aryê de (xalyêde) keliyam
Bûm nexweşê sekratê, ji bona te naliyam
Qurban were ha meke, dilê min perçe neke
Rindê were ha meke, barê milê min rake
Heyrana te delalê, dilê min bi xwe şake
Ji xwe dilêm birîne, jiyanam xira meke
Rindê were ha meke, dilê min perçe neke
Roja min tu dît virda, xew bi çavêm nakeve
Dinya pirê ronike, ji bona min tim şeve
Sewa te dike bimrim, êdî ji min mereve
Bese were ha meke, dilê min merçe neke
Seyday Curnêreş têye, rindê sewa te têye
Ji dil xwîna reş têye, tew mebê sewa kêye
Were destê hev bigrin, herin mala Xwedêye
Delal were ha meke, dilê min perçe neke.
Mehmet Aydoğdu
08.04.2023 - 18:17
Şemî
Mamak / Ankara