ŞIVAN Û BÊRÎVAN
Ez şivanê pezê qerim
Li çolanim der bi derim
Karê min tim şivaniye
Li pê rizqê xwe digerim
Lo şivano bilûrvano
Serêm gorî ez qurbano
Werem hevdu birevînin
Kefîlê riziq Yezdano
Ez şivanim li çolanim
Wek masiyê bin golanim
Sewa eşqa bêrîvanê
Tud bêy qey, gayê holanim
Lo şivano bêrîvnim
Nava cîhanê tev zanim
Were tu min birevîne
Bibim bermalî û xanim
Lê xweşikê tu dîlberê
Şewqa te weka fenerê
Ez şivanim pir nezanim
Nizanim herin ku derê
Lo şivano mal wêrano
Nav dilê min rakir jano
Nexweşiyam pir girano
Derdê min re tu dermano
Lê bêriyê bêrîvanê
Bejna te weka rihanê
Sînga te weka meyxanê
Ji bona min ew dermanê
Li şivano bese mere
Li nav çolan bes bigere
Bi salanel benda teme
Min nemaye tebat sebre
Bêrîvnê ez wek teme
Hêstrê çavêm bûne çeme
Were bi destê min bigre
Nav dilê min derxe xeme
Şivan serê min bi qurban
Têmeb tera dibim mêvan
Devê xwe ke herdu sêvan
Canê tere bibe derman
Him hekîme him jî loqman
Ez Seydayê Curnêreşim
Dû bêrîvanê dimeşim
Hêsîrê wan çavên reşim
Bi hesreta wê nexweşim
Mehmet AYDOĞDU
30.12.2009 – 15.30
Çarşem – TRT AMED