ŞAKE LI VÊ DINÊ
Di derîde rûniştî keça zaliman
Hember min diskine davêje çaliman
Çima li min ha dikî tu keça filan
Were dil dermanke şake vî dinê
Nizanim çi bikim keçê ji derdê te
Sebra min nayê canê wele qet bê te
Hesreta te ji bo min wek agir pête
Were dil dermanke şeke li vê dinê
Dermanê dilê min tenê li ba teye
Carek binêr ka bê te kiyê min heye
Va berxwedana delal tev sewa teye
Were dil dermanke şeke li vê dinê
Dilê birîn ji bona te nale nale
Carek bala xwe bide min ev çi hale
Evîna te li dinê ez kirim kale
Were dil dermanke şeke li vê dinê
Dilê min birîne birîna bê derman
Keça zaliman li min rakirye ferman
Bi ser min de hatiye xar erd û ezman
Were dil dermanke şake vî li dinê
Seydayê Curnêreşim dil birîndarim
Li welatê xerîbiyê der bi derim
Bi şev û roj li dû yara xwe digerim
Were dil dermanke şeke li vê dinê.
Mehmet AYDOĞDU
18.02.2018– 19:40 Yekşemî
Münih / Almanya